エピソード

  • 'People are tired and want to live in peace now' - 'Xelk westiya, êdî dixwaze di aramiyê de bijî'
    2025/01/09
    We discuss the current state of affairs in northeastern Syria, particularly in Kobani, with Umar Menla Yusif, a local pharmacist from Kobani. The ongoing threats from Turkey have left residents anxious. On the contrary, there is a sense of optimism among the population that the new government after the fall of Bashar al-Assad’s regime may bring peace to Syria, as the Syrian people are generally tired of conflicts and yearn for a peaceful life. - Di vê hevpeyvînê de, em bi Umer Menla Yusif, dermansazê herêmî yê Kobanîyê re, li ser rewşa niha ya bakur rojhilatê Sûriyê bi taybetî li Kobanî diaxivin. Gefên berdewam ên Tirkiyê ku niştecih bi xem hîştine. Berevajî vê yekê, hestekî geşbîniyê di nav xelkê de heye ku hukûmeta nû piştî rûxandina rejîma Beşar Esed dikare aştiyê bîne Sûriyê, ji ber ku xelkê Sûriyê bi giştî ji nakokiyan bêzar bûye û jiyaneke aram bijî.
    続きを読む 一部表示
    12 分
  • Partiya DEM ê di nêzik de serdana zindanên Îmraliyê û Edîrneyê bike
    2025/01/09
    Di axaftina me ya li gel nûçegihan Hatîce Kamer a ji Amedê de, doza Tahir Elçî, rojeva Partiya Dem ya ji bo serdana Demîrtaş û Ocalan di zindanê de û herweha gotinên Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan ên derbarê Sûriyê de hatin gotûbêjkirin.
    続きを読む 一部表示
    16 分
  • Nûçeyên roja Pêncşemê, 9î Çileya 2025
    2025/01/09
    Di bûletena îroj de: Li Los Angeles 5 kes mirin, bi deh hezaran ji ber agirên daristanan ji malên tên derxistin… Xezînedar Jim Chalmers dibêje dê hilbijartin yeke peredanê be, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûlentenê de hene.
    続きを読む 一部表示
    11 分
  • Tirkiyê bo cara çaremîn qedexeya firînan ji Silêmaniyê dirêj dike
    2025/01/09
    Tirkiyê careke din qedexeya çûnûhatinê bo Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê dirêj kir. Piştî rûxandina rejîma Beşar El-Esed bi sedan welatiyên Sûrî vegeriyan welatê xwe, lê penaberên Kurd venagerin deverên xwe li Rojavayê Kurdistanê, zêdetir derbarê van mijaran di raporta Ehmed Xefûr ji Hewlêrê heye.
    続きを読む 一部表示
    9 分
  • Kurte Nûçeyên roja Çarşemê, 8î Çileya 2025
    2025/01/08
    Di vê bûletenê de: Anthony Albanese dest bi gera kampînê dike ku kursiyên sereke dike armanc… Erdhejeke kujer li Tîbetê diqewime… Şandeke ji Yeketiya Ewropî diçe Şamê, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
    続きを読む 一部表示
    6 分
  • Donald Trump promises 'hell on Earth' if Hamas doesn't release hostages - Trump gefa "dojeha li ser rûyê erdê" dide, eger Hamas rehînan bernede
    2025/01/08
    President-elect Donald Trump has warned if Hamas does not release all the Israeli hostages before his inauguration "all hell will break out in the Middle East". It comes as Hamas and Israeli officials hold talks with Qatari and Egyptian mediators in the most intensive effort to reach a ceasefire in Gaza for months. - Serokê hilbijartî Donald Trump hişyarî da - eger Hamas berî sondxwarinê hemû dîlên Îsraîlî bernede "hemû dojeh dê li Rojhilata Navîn derkeve". Ev di demekê de tê ku karbidestên Hemas û Îsraîlî bi navbeynkarên Qeter û Misrî re danûstandinan dikin di hewildana herî dijwar de ji bo gihîştina agirbesteke li Xezayê.
    続きを読む 一部表示
    7 分
  • Kurte Nûçeyên roja Sêşemê, 7î Çileya 2025
    2025/01/07
    Di bûletena nûçeyên îro de: Serokwezîrê Kanada Justin Trudeau îstifa dike… Xizmeta bexşîna xwînê, Lifeblood ji bexşên xwînê banga lezgîn kir, ew nûçeyana û nûçeyên din di bûletenê de hene.
    続きを読む 一部表示
    6 分
  • Şandeya DEM partî seredana Girtîgeha Îmraliyê dike
    2025/01/02
    Nûçegîhan Hatice Kamer ji Amedê di raporta xwe de behsa Parlamenterên DEM partiyê Sirri Sureyya Onder û Pervîn Buldan dike ku piştî Wezareta Dadê ya Tirkiyê destûra serdana hevdîtina bi Abdullah Ocalan re pejirand çûn Girava Girtîgeha Îmraliyê.
    続きを読む 一部表示
    13 分